• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka jiber pereyê dijatiya şandina petrola Kurdistanê dike

Gulan Media November 30, 2013 Nûçe
Amerîka jiber pereyê dijatiya şandina petrola Kurdistanê dike
Jiber pere û çawetiya dabeşkirina pereyên dahata petrolê Amerîka dijatiya şandina petrola Kurdistanê dike.

Mamosteyê zanîngeha Entabê Selahedîn Bekimez derbarê dijatî kirina Amerîkayê ya li hember şandina petrola Kurdistanê bo Tirkiye û bazarên cîhanê de ragehand ku, jiber kêşeya cîha hilgirtina wan pereyên ku, ji dahata petrolê tên bidest xistin û jiber çawetiya dabeş kirina wan pereyan Amerîka dijatiya wê projeya han dike.

Selahedîn Bekimez eşkere kir ku, Tirkiye dixwaze pereyên han di nava bankekî Tirkî de bin û Tirkiye bo xwe wan pereyan dabeş bike lêbelê Amerîka jî dixwaze ew pereyên han di borseya newyorkê de werin hilgirtin û ji aliyê Amerîkayê ve werin dabeşkirin lewre Amerîka dijatiya projeya şandina petrola Kurdistanê bo Tirkiye û cîhanê dike.
Top