• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Tirgevera Ormiyê du kolberên kurd ji ber aşûtê mirin

Gulan Media November 30, 2013 Nûçe
Li Tirgevera Ormiyê du kolberên kurd ji ber aşûtê mirin
Li devera Tirgevera bajarê Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên kurd ji ber hatina aşûtê (şepe) can dan.

Li gorî nûçeya malpera KurdPayê, du kolberên kurd ên bi navên Ferheng Fetahî û Yasir Ensarînejad ku xelkê gundê Xanegê yê devera Tirgevera Ormiyê ne, pêr êvarê di encama hatina aşûtê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyê, di bûyerê de du kolberên din ên bi navên Semed Fetahî û Şerefet Esxberî bi tundî birîndar bûn û niha li nexweşxanê de ne.

Hat zanîn, Ferheng Fetahî nû zewicîbû lê ji ber jarî û belengaziyê kolberî dikir.

Rudaw
Top