5 deriyên sînor di navbera Tirkiye û Kurdistanê de tên vekirin
Di vê derbarê de îro li Enqereyê wezîrê weguhastinê yê hikûmeta Tirkiyeyê Heyatî Yazicî ragehand ku, biryare di demeke nêz de di navbera Tirkiye û Îraqê de 5 deriyên din yên sînor werin vekirin.
Heyatî Yazicî eşkere kir ku, du ji wan deriyan li devera hekarî û 3 deriyên din jî li devera Şernaxê tên vekirin.
Yazicî eşkere kir ku, karûbarên pêwîst yên ji bo vekirina wan deriyan hatine kirin û tenê maye heyetek ji Îraqê were û peymana dawî di vê warî de îmze bike.
