• Thursday, 12 February 2026
logo

Medyaya Tirkiyê: Ji ber Bexdayê, îmzekirina girêbesta navbera Hewlêr û Enqere hat paşxistin

Gulan Media November 28, 2013 Nûçe
Medyaya Tirkiyê: Ji ber Bexdayê, îmzekirina girêbesta navbera Hewlêr û Enqere hat paşxistin
Duh çarşemê di civîna di navbera Nêçîrvan Bazranî û Erdogan de ku 3 saetan domand û biryar bû girêbesta şandina petrol û gazê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de îmze bikin, ji ber nerazîbûna Bexdayê îmzekirin wê heta meha bê hat paşxistin.

Şandeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev meheke li Tirkiyê ye ji bo amadekariyên girêbesta şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê û ji wir bo bazarên cîhanê dike. Girêbest hatibû amadekirin û biryar bû di civîna duh ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bê îmzekiirn, lê piştî 3 saetan ji civînê, îmzekirina girêbestê hat paşxistin.

Sedema paşxistina îmzekirina wê girêbeta aborî zêdetir siyasî ye, ew jî ji ber nerazîbûna tund a Bexdayê derbarê şandina petrola Kurdistanê bêy razîbûna hikûmeta federal. Vê care Enqere guh da nerazîbûnên Bexdayê piştî ku aloziya di navbera her du aliyan de hin bi hin kêm bûye û her u paytext li benda çend serdanan in.

Biryar e Nêçîrvan Barzanî piştî serdan Tirkiyê serdana Bexdayê bike û pirsa girêbestê û awayê vegeriyana dahatê wê ji rayedarên Bexdayê re ronî bike. Herwiha Enqere jî li benda serdana Serokwezîrê Iraqê Nûrî Mlaikî ye ku dibêjin wê di meha bê de biçe Enqere. Piştre jî Erdogan wê serdana Bexdayê bike ji bo zindîkirina komîteya bilind a stratejîk ya di navbera her du aliyan de.

Bexda vê carê tenê zimanê gefê li dijî Tikriyê bikar neanî, lê belê ji bo rawestandina girêbestê sozên mezintir dide. Duh digel çûna şanda Herêma Kurdistanê bo Enqere, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Hisên Şehristanî gazî Balyozê Tirkiyê li Bexdayê kir û nerazîbûna hikûmeta Iraqê derbarê wê girêbestê de anî ziman. Her wiha soz da ku eger Tirkiye girêbesta enerjiyê digel Hewlêrê îmze neke, wê Bexda hemû pêwîstiyên petrol û gaze ji Tirkiyê re peyda bike.

Malikî berî ku serdana Enqere bike, pêşnyarek di rêya Davutoglo re ku meha borî serdana Bexdayê kirin û ji Erdogan re şandiye.

Di serdana xwe ya vê dawiyê de bo Iraqê, Wezîrê Derve yê Tikriyê pêşniyareke Malikî bo Tirkiyê aşkere kir ku ew jî avakirina rêya Başûr-bakur e ji bo veguhastina petrol û gaza Iraqê bo Tikriyê ye, lê berpirsên Tirkiyê dibêjin ew nabe bedîlê hevkariya enerjiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.

Goşenivîsê rojnameya Hurriyet a tirkî Serkan Demirtaş ku hevlatiya Davutoglo kiribû di serdana wî bo Iraqê de, li ser zarê Davutoglo behsa pêşnyara Malikî dike û wiha nivîsandiye “Herçiqa Davutoglo amade nebû behsa pêşnyarê bike, lê gotiye ku ji bilî sûda wê ya borî, ev projeya ji bo kêmkirina aloziya di navbera Sune û Şîa de jî girîng e, ji ber ku borî di axa suneyan re derbas dibe û digihe Tirkiyê”.

Li gor gotara wî rojnamevanî, di gavên pêş de wê têkiliyên di navbera Enqere û Bexdayê de û awayê karkirin li ser pêşnyara Malikî were behskirin. Derbarê wê yekê bê ew pêşnyar wê çiqasî bandora wê li ser hevkariyên di navber Hewlêr û Enqere de hebe, berpirsên Tirkiyê yên ku hevaltiya Davutoglo kirine gotine ew pêşnyara Malikî ti bandoreke wê li ser têkiliyên taybet bi enerjiyê digel hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe û herwiha gotin “Ti yek ji wan nabe bedîlê yê din”.

Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di warê enerjiyê de di asteke pêşketî de ne û karên danîna yekem boriya veguhastina petrolê qediyane û biryar e borya duyem jî bê danîn û dibe ku di demeke nêzîk de Herêma Kurdistanê bikarine rojane 2 milyon bermîl petrol bişîne Tirkiyê.

Rudaw
Top