Rejîma Sûriyê bi fermî ragihand ku ewê tevlî Cenêv2 bibe
Çavkaniyeke berpirsyar ji Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de got “Şanda Sûriyê wê ne ji bo radestkirina desthilatê biçe Cenêvê, lê ewê tevlî kesên din ên ku heya wan ji berjwendeya gelê Sûriyê heye û çareseriya siyasî dixwazin bibe”.
Di daxuyaniyê de ku ji aliyê ajansa SANA ya fermî ya Sûriyê ve hatiye belavkkirin, wiha hatiye diyarkirin: “Cenêv2 li ser bingiha pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyê ne li ser berjewendiya kesên ku xwîna vî gelî diherikînin dê were lidarxistin”.
Duh jî Wezareta Derve ya Mosko tekez kir ku Serokê Sûriyê Beşar Esed beşdariya Cenêv2 nake.
Tevî ku Artêşa Sûriyê ya Azad gotiye ku ew tevlî Cenêv2 nabe, lê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ragihand ku ewê tevlî kongreyê bibe.
Rudaw
