Asayişa PYDê 2 rojnamevanên rejîmê berdan
Fermandarya Giştî ya Asayişa PYDê di daxuyaniyekê de ragihand ku peyamnêrê televizyona el-Ixbariye Mihemed Tewfîq el-Sexîr û wênegirê wî Cemîl el-Tos ji aliyê tîmeke taybet ya asayişê ve hatine girtin.
Derbarê sedema girtinê de, asayişa PYDê diyar kiribû ku her du rojnamevanan di raporteke xwe de ku li di ekranên wê televizyonê de hatiye weşandin, agahiyên nerast dane.
Li gor nûçeya malpera fermî ya asayişa PYDê, îro her yek ji Mihemed Tewfîq El-Sexîr û Cemîl El-Tos “bi destpêşxeriya” Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a girêdayî PYDê û “piştî lêkolînên berfireh ji aliyê hêzên asayişê ve” serbest hatin berdan.
Berî çend rojan, tîmeke televizyona el-Ixbariye ya ser bi rejîma Sûriyê ve li nav bajarê Serêkaniyê yê ku di bin kontrola PYDê de ye çend raport amade kirin û têde behsa rola hêzên rejîmê di rizgarkirina bajarê ji bin destê grûpên radîkal dikirin.
Rudaw
