Şivan Perwer: Barzanî bi 5 zimanan diaxive
Şivan Perwer di hevpeyvîneke televizyona Haber Turk de bi tundî bersiva Serokê MHPê Dewlet Bahçelî da ku berî niha di gotarekê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şivan Perwer bi tundî rexne kiribû, ji ber ku bi cilên kurdî çûbûne Amedê.
Perwer di bersivê de wiha got “Ez ji Bahçelî dipirsim ku cilên wî yî kuderê ne?. Cilê Bahçelî tine ne û ew tenê zimanê Tirkî dizane, lê ez û Barzanî bi cilên xwe yên kurdî ne û ez 10 zimanan dizanim û Barzanî jî bi 5 zimanan dizane”.
Di 16.11.2013 de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şivan Perwer li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan serdana bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kirin.
Barzanî li Amedê digel Erdogan û Şaredarê Amedê Osman Baydemir û part û aliyê Kurd li bakurê Kurdistanê civiya. Herwiha tevîl merasîma 360 bûk û zavayên Amedê jî bû.
Rudaw
