• Thursday, 12 February 2026
logo

Şandina hêzeke taybeta Iraqê bo Kerkûkê û amadebaşîya polîs, asayiş û pêşmereg yên li Kerkûkê

Gulan Media November 27, 2013 Nûçe
Şandina hêzeke taybeta Iraqê bo Kerkûkê û amadebaşîya polîs, asayiş û pêşmereg yên li Kerkûkê
Îro çarşembe hêzeke serbazîya taybet a Iraqê bo firokexaneya Kerkûkê hate şandin, ku eve jî bûye hokarê çêbûna alozî di navbera hêzên artêşa Iraqê û polîsê parêzgeha Kerkûkê de.


Piştî serdana serok erkanê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî bo Kerkûkê û hemahengîya navbera artêşa Iraqê û hêzên polîs ên parêzgehê, îro hêzeke serabzîya taybet a Iraqî bo firokexaneya Kerkûkê hatiye şandin, ku bûye egerê alozbûna peywendîyên polîsê Kerkûkê û artêşa Iraqê. Li gor zanyarîyên PNA, goman dihê kirin ku ew hêza taybetî ji alîyê Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê ve bo cihgîrbûn di firokexaneya Kerkûkê de hatibe şandin.

Li gor zanyarîyên PNA, ew hêza taybet ji 400 heta 500 serbazan û 70 otomobîlan pêk hatiye û bi rêyeke taybet ve berev firokexaneyê çûne. Her li gor zanyarîyan, polîs û pêşmerge û hêzên asayişê yên bajarê Kerkûkê amade ne ku rûbirûyê ewê hêza taybetî ya Iraqî bibin di haletekê de ku ew hêz nexwazin berev paş ve vekişin.

Hêzên ewlehîyên parêzgeha Kerkûkê daxwaza kirine ku ew hêza taybetî di demeke zû de li bajarê Kerkûkê vekişe.
Top