• Thursday, 12 February 2026
logo

Zêdetirî 500 hemwelatiyên Tirkiyê tevlî DAÎŞê bûne

Gulan Media November 27, 2013 Nûçe
Zêdetirî 500 hemwelatiyên Tirkiyê tevlî DAÎŞê bûne
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê aşkere kir ku heta niha zêdetirî 500 hemwelatiyên Tirk tevlî grûpa Cebhet el-Nusra û Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê DAÎŞê li Sûriyê bûne.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku li gor çavdêrên îstixbaratî, Cebhet el-Nusra û DAÎŞê gelek ji wan hemwelatiyên Tirk birin li kampên Qaîde li Efganistan û Pakistanê perwerde kirin.

Di daxuyaniya wê wezaretê de wiha hatiye gotin “Heta niha zêdetirî 75 hemwelatiyên Tirkiyê di şerê li dijî rejîma Esed û şerê navxweyî yê Sûriyê de hatine kuştin”.

Ev cara yekê ye ku dewleta Tirkiyê ew nûçeyên tevlîbûna hemwelatiyên Tirk ji grûpên Îslamî yên radîkal re piştrast dike.

Rudaw
Top