• Thursday, 12 February 2026
logo

Teqîneke xwekujî di nava rêzên hêzên pêşmerge yên li nawçeya Cebare de

Gulan Media November 27, 2013 Nûçe
Teqîneke xwekujî di nava rêzên hêzên pêşmerge yên li nawçeya Cebare de
Îro li bajarokê Cebare ya Kurdistanî ya li derveyê sînorê îdarîya hikûmeta Herêma Kurdistanê terorîstekî xwekuj bi otomobîleka bombekirî xwe li berdem baregeha fewca 3 a yekîneya 70 a hêza pêşmergeya Kurdistanê teqand û di encam de 10 pêşmerge bûne qurbanî.


Beregeha fewca 3 a ser bi hêzên 70 a wezareta pêşmerge dikeve nawçeya Cebare ya li qezaya Kifrî.

Di evê bareyê de Helgurd Mela Hikmet birêveberê hûşyarîya niştîmanî û ragihandina wezareta pêşmerge ragihandiye:´´ pêşnîvroja îro çareşembe 27/11/2013 kesekî xwekuj otomobîleke bombekirî bi karwaneke fewca 3 a lîwaya 136 a yekîneya 70 a li nahîyeya Cebare ve teqand û di encam de 10 kes birîndar bûn û kesekê jî gîyanê xwe ji dest da.´´

Helgurd Mela Hikmet herwisa ragihandiye, ku birîna çend kes ji birîndaran dijware û rewşa tendirustîya wan nebaş û necihgîre.
Top