‘Hevdîtina Barzanî û Erdogan erênî derbas bû’
Dîzeyî diyar kir ku Serokwezîr Barzanî li ser daweta Serokwezîr Erdogan hatiye Tirkiyê û wiha axifî: ‘‘Di hevdîtinê de mijarên herêmî û têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.’‘
Sefîn Dîzeyî da zanîn ku Barzanî û Erdogan bi taybetî li ser mijarên wek enerjî û aboriyê sekinîne û wiha pêde çû: ‘‘Ji bo piştgiriyê bidin pêşketina Kurdistanê û Tirkiyê hevdîtin hat kirin. Herwiha Herêma Kurdistanê û Tirkiye derbarê mijarên aborî, civakî û siyasî de hem fikir in û dixwazin peywendiyên navbera xwe berfirehtir bikin.’‘
Li ser pirsa gelo ’di navbera her du welatan de di mijara enerjiyê de lihevkirin çêbû an na’ jî wiha bersiv da: ‘‘Di vê mijarê de daxwiyaniyeke fermî baştir çêdibe.’‘ Dîzeyî derbarê serdana Barzanî ya Bexdayê de jî got: ‘‘Çûna Barzanî ya Bexdayê gelekî normal e û çûn û hatina di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam e.
Basnews
