• Thursday, 12 February 2026
logo

“Dibe ku hejmara koçberên Rojava bigihe 500 hezar kes”

Gulan Media November 26, 2013 Nûçe
“Dibe ku hejmara koçberên Rojava bigihe 500 hezar kes”
Cîgirê berpirsê têkiliyên derve bo karûbarên rêxistinên navdewketî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand ku zêdetirî 250 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene.

Dîndar Zêbarî di çarçoveya konferansekî taybet bi danîna stratejiyekê ji bo zîdetir alîkarîkirina koçberên Rojava de got ku civaka navdewletî û aliyên pêwendîdar wek pêwîst alîkariya saziyên Herêma Kurdistanê nekirine ji bo alîkarîkirina koçberên Rojava.

Zêbarî aşkere kir ku niha zêdetirî 250 hezar koçberên Rojava li Başûr hene û li gor amarên Neteweyên Yekbûyî û aliyên pêwendîdar dibe ku heta dawiya vê salê hejmara koçberên Rojava bigihe nêzîkî 500 hezar kes.

Dîndar Zêbarî herwiha got “Ev rêjeya mezin a koçberan û nebûna alîkariya navdewletî wiha kiriye ku barekî mezin bikeve ser mile saziyên Herêma Kurdistanê, tevî ku bandora wê ya rasterast li ser rewşa aborî û bazar jî heye”.

Cîgirê berpirsê têkiliyên derve bo karûbarên rêxistinên navdewketî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku alîkariyeke cidî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin û alîkariyeke madî ya zêdetir pêşkêşî koçberên Rojava li Başûrê Kurdistanê bikin.

Di civînê de ku nûnerên çend wezaretên hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên Neteweyên Yekbûyî û çend rêxistinên navdewletî û navxweyî jî amade bûn, rola hikûmeta Herêma Kurdistanê di alîkarîkirina koçberên Rojava de bilind hat nirxandin.

Rudaw
Top