• Thursday, 12 February 2026
logo

Êraq, 15 milyon dolar dide rêveberiya Kurdî li Sûriyê

Gulan Media November 26, 2013 Nûçe
Êraq, 15 milyon dolar dide rêveberiya Kurdî li Sûriyê
Hikûmeta Êraqê biryar da ku (15) milyon dolar bide ew navçeyên Sûriyê ku hevsînorê Êraqê ne û desthilata kontrolkirina wan navçeyan ji aliyê şêniyên navçeyê ve tê birêvebirinê.

Wezîrê bazirganî ya Êraqê Dr. Xêrula Hesen ji Xendanê re ragihand: "Di rûniştina asayî ya îro ya encûmena wezîran de biryar hate dan ku (15) milyon dolarbidin ew navçeyên Sûriyê ku li gel Êraqê hevsînore."

Xêrula diyar kiriye ku, wî pareyî didin wan navçeyan ku desthilat li jêr destê Qaîdê û rêjîma Sûriyê de nîne û got: "Zêdetir wan navçeyan digre ku rêveberiya Kurdî têde hatiye dirust kirinê her weha çend hozekî Erebî jî li wan navçane hene."

Weîzrê bazirganî yê Êraqê ew yek jî teqez kiriye ku her çende reşnivîsa proje yasaya budceya giştî ya Êraqê bo sala 2014`an hatiye amade kirin lê belê di karnameya rûniştina îro de nebû, her weha heya niha li nav encûmenê de gotûbêja proje yasayê nehatiye kirin.

Xendan
Top