Komek mela û zanayên îslamî: Beşek ji sirûda Ey Reqîb li dijî Quranê ye
Grûpek mela û zanayên îslamî yên Başûrê Kurdistanê ku hejmara wan 341 kes e, îro (23.11.2013) di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva Lêjneya Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistanê dan ku çend roj berê ragihandibû, di nav sirûda Ey Reqîb de “kufr û dijberiya Xudê” nîne.
Wan mela û zanayên îslamî diyar kirin ku fetwaya lêjneya fetwayê li ser sirûda Ey Reqîb şepirze ye û hêzek li pişta wê fetwayê bûye.
Li gorî wan mela û zanayên îslamî, eger helbestvan û nivîskarê Ey Reqîbê, Dildar hezkirina ol û ayîn di rêza hezkirina welat û niştiman de nîşan dabe wê çaxê bi tevahî li dijî naveroka Quranê ye.
Di dawiyê de wan mela û zanayên îslamî daxwaz kiriye ku yan divê sirûda Ey Reqîb bi tevahî were guhertin yan jî ew gotinên ku nakokî li ser heye, bên guhertin.
Gengeşe û nîqaşên li ser sirûda Ey Reqîb piştî wê dest pê kir ku di yekemîn civîna Parlamentoya Kurdistanê ya xula çaremîn de, dema sirûda Ey Reqîb hat gotin hinek ji parlamenterên partiyên îslamî yên Kurdistanê ranebûn ser piyan û îdia kirin ku di nav sirûdê de kufr û dijberiya Xudê heye.
Rudaw
