• Thursday, 12 February 2026
logo

Iraq dirafên hesin çap dike

Gulan Media November 23, 2013 Nûçe
Iraq dirafên hesin çap dike
Hikûmeta Iraqê ragihand, dê sala 2014an dirafên hesin her wiha dirafê “50000” dînarî çap bike. Her wiha hat zanîn, dê li ser dirafên hesin bi kurdî û erebî were nivîsandin.

Li gorî nûçeya malpera iraqî ya madapress, rêveberê demkî yê banka navendî ya Iraqê Ebdulbasit Turkî diyar kir ku dê sala 2014an dirafên hesin û dirafê 50000 dînarî çap bikin.

Turkî da zanîn, dê li ser dirafên hesin bi kurdî û erebî were nivîsandin.

Ev di demekî ye ku li ser dirafên niha yên Iraqê tenê bi erebî hatiye nivîsandin.

Rudaw
Top