Petrola Kurdistanê destpêka sala 2014 digehêje Tirkiye
Wezîrê çavkaniyên xwezayî û erenjî ya Kurdistanê Aştî Hewramî ragehand ku, tevahiya peymanên dîtin û henared kirina petrola Kurdistanê di çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê de ne.
Hewramî herwiha diyar kir ku, henarde kirina petrola Kurdistanê mafeke destûrî ya Kurdistanê ye û heta niha di vê warî de ti gavek ji derveya çarçoveya destûra bingehîn ya Îraqê nehatiye avêtin.
Hewramî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku, em hewl didin heta destpêka sala 2014an petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê ve bigehêje bazarên Cîhanî û ji niha ve dest bi cerbandina pomp û boriya petrolê kirine.
