Erdhej devera Gerimiyan û Xaneqînê hejand
Di vê derbarê de birêveberê meterolojî û karesatên xwezayî yê Xaneqînê Cewad Elî ragehand ku, di saet 9 û 52 deqîqeyan de erdhejek bi tundiya 5.03 ya rîxterê deverên Xaneqîn, Kelar û devera Gerimiyanê hejand.
Elî Cewad ew yek eşkere kir ku, navenda erdhejî 9 km Rojhilatê Xaneqînê bûye û di 25km bin erdê de pêk hatiye.
Elî tekez li ser vê yekê kir ku, ew erdheja han ti zererek negehandiye ti kesekî.
