Pêşmerge û asayişê di nav avahiya parêzgeha Silêmaniyê de ne
Biryar bû îro saet 11ê berê nîvro, serokên frakisyonên Encûmena parêzgeha Silêmaniyê bicivin, digel vê yekê hejmarek mezin a hêzên pêşmerge û asayişê çûne nav avahiya parêzgehê.
Li gor zanyariyên Rûdawê, Wezîrê Pêşmerge jî tev hejmarek mezin a çekdaran ji bo piştgirîkirina Parêzgar çûye parêzgeha Silêmaniyê.
Serokê frakisyona Gorran Dana Ebilkerîm ji Rûdawê re got “Hejmarek mezin a asayişê bi cilê sivîl di nava avahiya parêzgeha Silêmaniyê de belav bûne”.
Rudaw
