Bo pêkanîna hikûmetê şanda PDKê û KÎKê civîyan
Piştî ku, Emîrê Komela Îslamîya Kurdistanê (KÎK) Elî Bapîr pêşwaziya heyeta PDKê kir, her du alî civînek saz kirin û di civînê de li ser pîwerên sereke yên damezrandina hikûmetê giftûgo kirin.
Piştî bi dawî hatina civînê jî her yek li Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr di presskonferansekî de naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin.
Di evê konfransa rojnemavanî de Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr tekezî li ser erênîbûna guftûgoyên navbera her du alîyan de kirin û ragihandin, ku wan di bareya çawanîya pêkanîna hikûmetê de, nerînên xwe bi hevdu re bas kirine.
Elî Bapîr serokê KÎKê ragihand, ku kombûn di keşûhewayeke baş de birêve çû. Bapîr ragihand, ku gerek kabîneya dahatî binke berfireh be û gerek derfeta çalakîyê bi beşdarbûyên kabîneyê bihête dayîn. Elî Bapîr da xuyakirin, ku nabe kabîneya dahatî ti hestyarîyek li ser projeyên çaksazîyê hebe.
Nêçîrvan Barzanî serokê şanda PDKê jî ragihand, ku kombûn erênî bûye û her du alîyan nerînên xwe bas kirine ku ji hevdu nêzîk bûn. Barzanî herwisa got, ku hêvîdarin di ayindeyeke nêzîk de kombûneke din bikin bo hurkarîyên zêdetir.
