• Thursday, 12 February 2026
logo

Rexneyên partiyên îsalmî li ser Ey reqîb dûrin ji rastiyê

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Rexneyên partiyên îsalmî li ser Ey reqîb dûrin ji rastiyê
Yekîtiya psporên olî ya Kurdistanê rexneyên partiyên îslamî li ser Ey reqîb red kir û dibêje ew rexne ne rastin.

Duh komîteya bilind ya fitwayê ya ser bi Yekîtiya psporên olî ya Kurdistanê derbarê rexneyên partiyên îslamî yên Kurdistanê ên li ser sirûda Ey reqîb daxuyaniyek weşand û ew rexneyên han rexneyên bêyî bingeh û dûr ji rastî wesif kir.

Li gorî daxuyaniya han di nava sirûda nîştimaniya Kurdistanê de ti peyv anjî ti pîtek ku, li dijî pîwer û şîretên şerîeta îslamê bin nehatine bikar anîn û ti kêşeyeke sirûda Ey reqîb bi warê olî û şerî de tuneye.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, ew rexneyên ku, li ser Ey reqîb tên kirin dûrin ji pîwerên exlaqî û ola îslamê.
Top