3 karker li Hewlêrê canê xwe ji dest dan
Di vê derbarê de nedamê hêzên parastina sivîl yên Hewlêrê Neqîb Ziyad ragehand ku, Duh 3 karkerên rafîneya petrolê ya li gundê Tirbe Sîpan ya li Rojavayê Hewlêrê de canê xwe ji dest dane. Du ji wan karkeran Ereb û yeke din jî Kurd û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Ziyad eşkere kir ku, ew her sê karkerên han di dema paqêj kirina mexzeneke petrolê de jehrawî bûne û pişt re jî canê xwe ji dest dane.
Ew rafîneya han rafîneyeke kerta taybete.
