• Thursday, 12 February 2026
logo

Îranê “mezintirîn” balafira bêbalafirvan çêkir

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Îranê “mezintirîn” balafira bêbalafirvan çêkir
Îranê ragihand, “mezintirîn” balafira bêbalafirvan çêkiriye û ew balafir ji aliyê Wezîrê Parastina wî welatî Husên Dêhqan ve ji raya giştî re hat nîşandan.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê, îro (18.11.2013) li bajarê Îsfehanê di merasimekê de balafira bêbalafirvan ku tê gotin ji modêla balafira bêbalafirvan a Amerîka ku 2 sal berê ketibû destê hêzên îranî, hatiye çêkirin hat nîşandan.

Wezîrê Parastina Îranê Husên Dêhqan jî ku di merasimê de beşdar bibû, ragihand, ev balafir ku navê wê “Fotros” e, mezintirîn balafirva bêbalafirvan a Îranê ye û dikare heta 2 hezar km li derdora xwe dişopîne û çavdêrî bike.

Husên Dêhqan her wiha anî ziman ku balafira han dikare heta 2500 pê bifirre û dikare 16 heta 30 saetan jî li asiman de bimîne.

Li gorî agahiyên wezîrê parastinê, balafira Fotros tê çekdarkirin jî û cihê barkirina mûçek, rokêt û topên cur bi cur li ser hene.

Beriya niha jî yek ji fermanderên pasdaran Emîr Elî Hacîzade gotibû, pisporên îranî li ser modêla balafira bêbalafirvan a amerkî ya ku 2 sal berê ket destê hêzên îranî, kar dikin û gellek proje li ser wê dane destpêkirin.

Hacîzade her wiha gotibû, Îranê curek balafirva bêbalafirvan çêkirie ku dikare heta orta Tel Avîvê (paytexta Îsraîlê) jî here.

Balafira bêbalafirvan a amerîkî ku sala 2011an ket destê hêzên îranî û navê wê RQ ye, ji kempa serbazî ya hêzên Amerîka li Qendihara Efxanistanê rabibû. Kempa Qendiharê 420 km dûrî sînorê Îranê ye.

Amerîka ji Îranê xwestibû wê balafirê vegerîne lê Îranê ev yek red kiribû.

Tê gotin Fotros peyveke yûnanî û nave firîşteyekê ye ku baskê wê şikestibû û nikarîbû bifirre lê dema baskê xwe li dergoşa Îmam Husênê kurê Îmam Elî dide, baskê wê baş dibe û dikare dîsa bifirre.

Rudaw
Top