• Thursday, 12 February 2026
logo

Berpirsekî îsraîlî: Em dikarin bi tenê êrişî Îranê bikin

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Berpirsekî îsraîlî: Em dikarin bi tenê êrişî Îranê bikin
Serokê berê yê Encumena Asayişa Niştimanî ya Îsraîlê Yaakov Amîdor diyar kir ku eger pêwîst bike Îsraîl dikare bi tenê êrişî navendên etomî yên Îranê bike.

Serokê berê yê Encumena Asayişa Niştimanî ya Îsraîlê Yaakov Amîdor ku meha borî ji kar hat dûrxistin, ji rojnameya înglîzî ya Financial Times (FT) re axivî û diyar kir ku Îsraîl dikare nehêle Îran çekên etomî çêbike û wiha got: “Em virran nakin ji ber ku em gellekî ciddî ne û Îsraîl niha mijûlî amadekariyên xweparastinê ye.”

Wî berpirsê îsraîlî ku di heman demê de şêwirmendê Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu jî bû, gotinên Netanyahu yên derheqê hevdîtinên welatên rojava û Îranê li ser kirîza etomî ya wî welatî bibîr xist. Netanyahu wiha gotibû: “Eger hevdîtinên welatên rojava digel Îranê bigihîje rêkeftinek xirab wê çaxê şerê derbikeve.”

Li gorî rojnameya FTê, Amerîka naxwaze Îsraîl êrişî Îranê bike ji ber ku li gorî Washingtonê eger Îsraîl bi tenê êrişî Îranê bike wê çaxê dê rastî bersiva mezin a Îranê were ev jî Amerîka ditirsîne.

Amîdor destnîşan kir ku Îsraîl dikare bi tenê êrişî Îranê bike û hêza vê yekê jî heye û wiha anî ziman: “Bernameya etomî ya Îranê ne tenê zirarê dide Îsraîl ji ber ku zirarê dide hemû rojhilata navîn lê eger ti kes xwe nede be rem li benda wan namînin.”

Piştî ku Hesen Rûhanî bû serokomarê Îranê, gotûbêjên navbera koma 5+1 û Îranê li ser kirîza etomî ya wî welatî dîsa ket rojevê û hevdîtinên han destpêkê li Amerîka û paşê jî li Swîsreyê berdewam kirin.

Rudaw
Top