Konferansa çandî ya Îzdiyan li Poloniyayê hate organîze kirin
Bi hevkarî û piştgîriya hikûmeta Kurdistanê û herwiha bi organîzatoriya nuneratiya hikûmeta Kurdistanê li Poloniyayê konferansek derbarê jiyana Kurdên Îzdî de bi navê konferansa çandî ya Îzdiyan hate lidarxistin.
Di destpêka konferansa han de çendîn peyv û gotar derbarê girîngiya wê konferansa han de hatin pêşkêşkirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, dibe konferansa çandî ya Îzdiyan her sal carekî were lidarxistin.
Piştî bi dawî hatina peyv û gotaran bi xwendina çendîn lêkolîn û raportan derbarê jiyan û çanda Îzdiyan de konferans karên xwe domand.
