• Thursday, 12 February 2026
logo

Hevdîtinên pêkanîna hikûmeta nû dest pê kir

Gulan Media November 18, 2013 Nûçe
Hevdîtinên pêkanîna hikûmeta nû dest pê kir
Civîna şandên PDK û YNKê li Silêmaniyê

Civîna şanda danûstankara PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî digel şanda YNKê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Şanda PDKê ya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî îro (18.11.2013) danê sibê ji Hewlêrê çû Silêmaniyê.

Civîna şandên PDK û YNKê ya pêkanîna hikûmetê saet 12:00 li avahiya Polîtburoya YNKê dest pê kir.

Şanda PDKê ji Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên polîtburoyê Azad Berwarî, Roj Nûrî Şawês, Mehmûd Ehmed û Dilşad Şehab û şanda YNKê jî ji cîgirên Sekreterê Giştî yên YNKê Kosret Resûl, Berhem Salih, Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar, endamên polîtburoyê Îmad Ehmed, Omer Fetah, Hakim Qadir Hemecan û Necmedîn Kerîm.

Rudaw
Top