Li Rûsyayê balafir ket: 50 mirî
Li gorî ajansên nûçeyan, Duh (17.11.2013) li bajarê Kazanê yê Rûsya ku dikeve başûrê wî welatî, balafireke rêwiyan a ji curê “Boeing 737” ku ji Moskovayê diçû di dema danînê de agir pê ket û teqiya.
Li gorî agahiyên Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê, di balafirê de tenê 50 kes hebûne ku hemû mirine.
Bajarê Kazanê navenda devera bi navê Tataristanê ye ku pirraniya xelkê wir misulman in.
Rudaw
