Şivan Perwer: Divê kurdî bibe zimanê fermî yê pwererdê
Şivan Perwer ku duh (16.11.2013) digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serdana Amed û Bakûrê Kurdistanê kiriye, îro (17.11.2013) li Amedê civîneke rojnamevanî li dar xist û got ku hevdîtina duh a Amedê bûyerek dîrokî û wiha axivî: “Ji ber ku zêdetirî 90 salan bû asîmîlasyonek tund li ser kurdan hebû, hemû nirxên civakî, dîrokî, hunerî qedexe bû. Kîjan kurdî bigota Kurd û Kurdistanê, diketin zîndan û bin êşkencê…”
Perwer anî ziman ku lê îro li Tirkiyê guhertinkên mezin çêbûne û êdî ew qedexe û asîmîlasyon nemane û wiha got: “Ez jî yek ji wan im ku 38 salan li derve jiyam û êdî vegeriyam welatê xwe, ser axa xwe. Ez hatim bajarê Amedê. Jixwe min berê jî gotibû eger ez neçim Amedê ez venagerim.”
Şivan Perwer ji ber vê yekê jî spasiya Barzanî û Erdogan kir ku bûne alîkar da ku vegere Kurdistanê û wiha pêde çû: “Wan bi hev re Kurdistan û Tirkiyê anîn ba hev, ji bo xatirê biratî û aştiyê. Ev yek ji bo yekê hat kirin ku zîndan vala bibin…”
Hunermend Şivan Perwer di berdewamiya axaftina xwe de ti xêra şer nîne ji ber ku şer hertim xerab dike û dişewitîne lê aştî ava dike û jiyanê tîne lewma divê mirov dest ji şer berde û wiha anî ziman: “Bi vê yekê dê li Tirkiyê qonaxek nû dest pê bike û em jî bi hunera xwe amade ne xizmet bikin. Divê dewlet zimanê kurdî bi fermî qebûl bike û zarokên kurdan bikaribin bi zimanê xwe bixwînin. Me her çiqas tirkî xwendibe jî lê em hertim kurd man lewma eger em bi kurdî bên perwerdekirin dê kesayetiyên baş ji me derbikeve.”
Derbarê pêvajoya aştiyê de jî Şivan Perwer nêrînên xwe wiha anî ziman: “Pêvajoya aştiyê ji aliyê Serokwezîr Erdogan û Abdullah Ocalan ve ku ji aliyê gel ve tên hezkirin, hat destpêkirin. Helbet dê rojek deriyê girtîgehê li ber birêz Ocalan bên vekirin û ew dê xizmeta vî welatî bike. Birêz Mesûd Barzanî jî rola xwe di pêvajoyê de dilîze. Barzanî hertim behsa aştiyê dike.”
Perwer destnîşan kir ku ew dixwaze Ocalan bibîne û dîtina Ocalan ji bo wî rûmet e û wiha domand: “Ocalan gellekî xizmeta vê civakê kiriye. Ocalan welatparêzekî mezin e. ew mirovekî gellekî zana ye.”
Şivan Perwer da zanîn ku ew dixwaze digel hunermenda navdar a tirk Sezen Aksû konserê bide û wiha axivî: “Ez dixwazim di hunermendên vir re konserekî bidim. Ji Colemêrê heta Edîrnê emê stranan bêjin. Divê tirk jî guhdarî mûzîka kurdî bikin û kêfxweş bibin. Dema strana Xezal Xezal tê gotin Tirkiyê ji dest naçe ji ber ku Tirkiyê xweşik dibe. Ji Qendîl heta Enqerê û ji wir jî heta Şamê çi pêwîst bike em bo xizmetê amade ne.”
Şivan Perwer behsa dayika xwe jî kir ku çend sal berê wefat kiriye û hêsir tijî çavên wî bûn û giriya: “Dayik, piştî Xudê tê. Dema ez behsa dayika xwe dikim, ez digrîm. Ez deyindarê dayika xwe me. Min gellek caran xwest herim pê re bipeyîvim.”
Rudaw
