• Thursday, 12 February 2026
logo

Ji 3 Kurdên li ser sînor hatin qetilkirin 2 jê ji Qamişlo ne

Gulan Media November 17, 2013 Nûçe
Ji 3 Kurdên li ser sînor hatin qetilkirin 2 jê ji Qamişlo ne
Hat hînbûn ji 3 kesên li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê hatin qetilkirin, 2 jê ji Qamişlo ne. Di vê navberê de tê gotin, yên ku gule li her sê Kurdan reşandin ne leşker in, polîsên tîmên taybet in.

Duh bi şev saet li dora 01:30 de 3 Kurdên ji gundê Hîmo yê Qamişlo dixwestin derbasî Nisêbînê bibin, rastî gulereşandina ji wesayîta zirxî hatibûn û her sê Kurdistaniyan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabûn.

Walîtiya Mêrdînê da xuyakirin ku yên gule reşandine tîmên taybet ên polîsan e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tîmê tevgera taybet a polîsan, ku bi armanca guhertina wezîfeyê ji Nisêbînê dihat navenda bajêr, li kîlometreya 9. a rêya Nisêbîn-Qoserê dest werda û di bûyerê de 3 kesên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest dan. Der heqê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê dest bi lêpirsînê kiriye."

Ji aliyê din ve, li gorî agahiyên ANF'ê bi dest xist, ji 3 welatiyên jiyana xwe ji dest dan 2 jê ji Qamişlo ne. Ji ber ku lêpirsîn dizî tê meşandin, der heqê nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane, agahî nehatin bidestxistin.

ANF
Top