Dr. Berhem: Serdana kak Mesûd bo Amedê dîrokiye
Îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendinek fermî ya serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan serdana bajarê Amedê kir û li çendîn çalakî li wî baarî amadebû.
Cîgirê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih li ser pirsekî Xendanê sebaret bi serdana serokê Herêmê got: "Serdana kak Mesûd bo Ameda Kurdan rûdanek giring û dîrokiye."
Dr. Berhem amaje bi wê yekê jî kir ku: "Heta duh bû navanîna Kurd û Kurdistan li Tirkiyê, bive bû, zimanê Kurdî qedexe bû, waye îro Serokê Herêma Kurdistanê bi zimanê şîrîn yê Kurdî peyama aştî û birayetiya Kurd û Tirk li Amedê radighîne."
Dr. Berhe got: "Aramî û pêşkeftina rojihilat jî bi rêzgirtin li mafên netewî yê Kurd ve girêdayî ye. Hêvîdarin proseya aştiyê zû bi zû bighê encama xwe ew jî bi naskirina mafên gelê Kurd li Tirkiyê."
Dr. Berhem Salih cext li wê yekê jî kir ku: “Erkê Herêma Kurdistanê ye piştevaniya bicîanîna mafên gelê Kurd be li parçeyên dinî Kurdistanê û piştevaniya têkoşerên gelê me bin bo azadî û Demokrasî û pêkvejiyanê li gel miletên cîranê me da.”
Libarê serdana serokê Herêma Kurdistanê bo Amedê, hevserokê BDP Selahedîn Demirtaş got: “Goman li wê yekê nîne ku Amed mala Mesûd Barzanî ye, ew serdan gelekî giringe û hêvîdarin ku pştevaniya proseya aştiyê bike û yekîtiya navbera Kurdan de xurtir bike.”
Ji aliyê xwe ve parlemantera serbixwe a Kurd Leyla Zana ragihand ku: “Hêviya wê bi serdana Barzanî bo Amedê heye ku dibe piştevaniyek mezin bo proseya aştiyê.”
Parlemanterê serbixwe yê Mêrdînê û hevserokê KCD Ehmed Turk jî got: “Çavê hemû Kurdan li ser Barzaniye ew peyamên ku piştî serdana xwe bide peyamên giring in. dîtina xelkê me li serdanê cudaye lê hêviya me ewe ku em dixwazin bawer bikin ku ew serdan bo xizmeta pêvajoya çareseriyê ye.”
Şaredarê Amedê Osman Baydemir jî got: “Bila gomana kesî nebe. Jibo min weku kurekî Kurd, hembêzkirina birêz Barzanî li Amedê li şaredariya mezin herdem şanaziyekî mezine.”
Xendan
