Leşkerên Tirk li ser sînor 3 Kurd qetil kirin
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, duh bi şev saet li dora 01:30 de 3 kesan xwestin ji gundê Hîmo yê Qamişlo derbasî Nisêbînê bibin. Her sê Rojavayî qada mayinkirî ya gundê Yenîyol ê Nisêbînê derbas kirin û hatin ser rêya Îpekê.
Li vê derê leşkerên Tirk ji wesayîtên zirxî gule reşandin û di encamê de her sê kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
Polîs, leşker û tîmên taybet ên piştî demekê li herêmê hatin veguhastin, rêya Îpekê li çûn û hatinê girtin.
Li dû otopsiya destpêkê ya ji aliyê dozgerê nobedar ve, cenazeyên 3 kesan şandin Morga Tipa Edlî ya Meletiyê.
Hat ragihandin ku der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
ANF
