Amerîka bi serdana Barzanî bo Amedê kêfxweş e
Jen Psaki di kongreyeke rojnamevaniyê de derbarê serdana Barzanî bo bajarê Amedê û têkiliyên di navebra Enqere û Hewlêrê de got “Washigton bi pêşveçûna wan têkiliyan kêfxweş e û serdan di qezenca her du aliyan de ne”.
Psaki behsa şandina petrol Herêma Kurdistanê jî kir û got “Washigton bi ti awayekî ne digel wê yekê ye ku petrol û gaza Herêma Kurdistanê bêy razîbûna hikûmeta Iraqê bê şandin, helwesta Amerîk derbarê vê mijarê de nayê guhartin”.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki diyar kir ku pêwîste pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di rêya dîpolmasî û danûstandinan re bêne çareserkirin û got “Bang abo Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ewe ku pirsgirêkên xwe di rêya destûr re çareser bikin”.
Îro şemiyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi hevaltiya şandeke ku pêkhatiye ji hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer û şandeke pê re gihiştin Amedê.
Serdana Barzanî û Perwer li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan e.
