• Thursday, 12 February 2026
logo

Iraqê par bi qasî 94 milyar dolar petrol firotiye

Gulan Media November 16, 2013 Nûçe
Iraqê par bi qasî 94 milyar dolar petrol firotiye
Wezareta Plandanîna Iraqê ragihand, Iraqê par bi qasî 110 trîlyon dinar (nêzîkî 94 milydar dolar) petrol û bi qasî 4 trîlyon dinar jî kelûpelên din firotiye.

Navenda Amarê ya Wezareta Plandanînê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Iraqê par bi qasî 11 trîlyon dinar petrol firotibû û ev jî nîşan dide ku rêjeya hinartina petrolê li gorî sala 2011an 3.13% zêde bûye.

Li gorî daxuyaniyê, Iraqê her wiha par bi qasî 4 trîlyon dinar jî kelûpelên din firotibû ku ev jî li gorî sala 2011an 1% zêde bûye.

Li Iraqê 95% ji bûdceya welêt ji firotina petrolê tê dabînkirin.

Rudaw
Top