Serok Barzanî gehêşte Amedê
Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi serdaneke fermî û li ser devetê Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gehêşte Amedê.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî tevî heyetek ji rayedarên Kurdistanê û hunermendê navdar yê gelê Kurd Şiwan Perwer bi rêya deriya Xabûrê serdana Amedê kir û ji aliyê hijmareke Parlementer, rayedar û kesayetiyên deverê ve hate pêşwazîkirin.
Tê payîn di vê serdana han de Serok Barzanî û Erdoxan çendîn proje li Amedê vekin û pişt re jî di civîneke berfire de prosesa aştî û qonaxa çareserî û rewşa deverê giftûgo bikin.
