• Thursday, 12 February 2026
logo

Berî serdana Amedê bike, Barzanî digel Şivan Perwer dicive

Gulan Media November 14, 2013 Nûçe
Berî serdana Amedê bike, Barzanî digel Şivan Perwer dicive
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer civiya û behsa çûna wan bo Bakurê Kurdistanê kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, duh Barzanî li Pîrmanê digel Şivan Perwer civiya û behsa amadekariyên serdana xwe bo Amedê kirin.

Li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê Receb tayib Erdogan, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê roja şemiyê ya bê serdana bajarê Amedê bike û li wir bihev re tevlî şahya bûk û zavayan bibin.

Barzanî wê Şivan Perwer jî digel xwe bibe Amedê ku ev nêzîkî 37 salan ji ber siyasetên hikûmetên berê yên Tirkiyê li hember Kurdan, koçber bûye.

Biryare Şivan Perwer digel Îbrahîm Tatlîsis di şahiya bûk û zavayan de bihev re stranan bêjin.

Rudaw
Top