Felah Mistefa pêşwazî li sefîrê Swêdê yê li Îraqê û şandeke wezareta derveya Swêdê kir
Di civînekê de behsa têkeliyên anvbera herêma Kurdistan û welatê Swêd û mekanîzma pêşxistina wan peywendiyan kir. Berpirsê têkeliyên derve giringiya xurtkirina têkeliyên bi welatê Swêdê re diyar kir û di axaftina xwe de îşaret bi serdana xwe ya bo welatê Swêdê kir.
Sefîrê Swêdê jî kêfxweûiya xwe li hember pêşxistina têkeliyên navbera Swêd û Kurdistanê de kir û xwesteka welatê xwe ji bo beşdarbûn di pirosesa geşepêdana herêma Kurdistanê de kir.
Mistefa behsa pirosesa siyasî li herêma Kurdistanê û serkeftina hilbijartinên vê dawiyê yên parlamentoya Kurdistanê, ber bi pêşûveçûna pirosesa siyasî û demokratîk li Kurdistanê û xebatên ji bona pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di meha nîsana sala bêt de bên kirin û rewşa aloza Suriyeyê û tesîra wê li ser herêmê mijarên din yên civînê bûn.
Her du aliyan tekîd li ser berdewamiya serdanên fermî û dirustkirina pira peywendiyan û yarmetîdana karmendên herêma Kurdistanê di warê pêşxistian şiyanên mirovê de kir.
