• Thursday, 12 February 2026
logo

Hêzên rejîma li derdora Helebê pêş dikevin

Gulan Media November 14, 2013 Nûçe
Hêzên rejîma li derdora Helebê pêş dikevin
Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku pêşketina hêzên rejîma Sûriyê û hevalbendên wê li derdora bajarê Helebê berdewam e.

Rewangehê di daxuyaniyekê de, da zanîn ku frokeyên rejîmê bajarokê Til Hasilê ku nişteciyên wê Kurd in û di bin kontrola DAÎŞê û ketîbeyên radîkal de ye bi bermîlên bombekirî bombebaran kirine.

Li gor rewangehê, şer û pevçûn di navbera çekdarên opozîsyonê ji alîkî û hêzên rejîmê bi piştgiriya çekdarên Hizbulah û mîlîşyayê hêzên berevaniya niştimanî ji alî din, ji bo kontrolkirina rêya di navbera Sifêra û Helebê de gur û giran bûne.

Piştî kontrolkirina bajarê Sifêre û bajarokê Til Eren ê Kurdan, hêzên rejîma hewla kontrolkirina Til Hasilê didin ji bo ku rêya Helebê li pêş van hêzan bê vekirin.

Weke bersivdana li ser van pêşketinên hêzên rejîmê çendîn grûpên radîkal di daxuyaniyekê de bi navê iyaleta Helebê banga seferberiya giştî kirin.

Rudaw
Top