• Thursday, 12 February 2026
logo

HAK-PAR û KADEP daxwaz dikin dewleta Tirkiyeyê wan tevlê pêvajoya çareseriyê bike

Gulan Media November 14, 2013 Nûçe
HAK-PAR û KADEP daxwaz dikin dewleta Tirkiyeyê wan tevlê pêvajoya çareseriyê bike
Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Beşdariya Demokrasiyê (KADEP), xwestin dewleta Tirkiyê ne tenê bi PKK'ê re, divê bi hemû partiyên kurdan re muzakere bike. KADEP'ê ji bo muzakereyan, avakirina mecliseke hevpar a kurdan pêşniyar kir.


Hevdîtinên di navbera dewleta Tirkiyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ji meha adarê ve berdewam dikin. Di destpêka hevdîtinan de Ocalan banga agirbestê û vekişandina hêzên gerîlayan li KCK'ê kiribû. Ji wê demê ve di navbera herdu aliyan de qeyran û nakokî hebin jî hevdîtin didomin. Di serî de BDP, hemû partiyên kurdan vê hevdîtinê erênî dibînin. Lê partiyên li derveyî BDP'ê dibêjin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê dewlet bi hêzên li derveyî PKK'ê re jî hevdîtin pêk bînin.

Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel: “Nîqaşa pirsa kurd cihê wî Îmralî nîn e, Qendîl nîn e. Kurd in, seranserê kurdan in, tevahiya miletê kurd e. Helbet BDP jî perçeyeke vê ye, PKK jî perçeyeke vê ye. Lê divê pirsa kurd bi berpirsên rêxistinên demokratîk, sivîl û partiyên siyasî yên kurdan re bê nîqaşkirin.”

Partiyên kurd hevdîtinên Ocalan û dewletê ji bo diyalogê baş dibînin. Lê di mijara bazara mafên neteweyî yên kurd de, dixwazin li ser navê hemû kurdan desteyeke nûneran pêk bê.



Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfî Baksî: “Divê ku meclisek ji hemû beşên civaka kurd pêk were. Di nava xwe de bicive, pirsên kurdan munaqeşe bike, daxwazên gelê kurd yek bi yek tespît bike, piştre ji nava xwe organeke îcrayê derxe û weke temsîliyetek li ser navê kurdan bi dewletê re rûnê û muzakere bike.”

Di serî de KADEP hin partî û saziyên li derveyî BDP'ê dixwazin îradeya Konferansa Yekitî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê bi dewleta Tirkiyeyê re li ser maseyê rûnê û li ser navê kurdan bazarê bike.

Rûdaw
Top