Kilicdaroglu lêkirina dîwaran li ser sînor şermezar dike
Kilicdaroglu di civîna partiya xwe di Parlamentoya Tirkiyê de got “Li şûna ku hikûmet li Nisêbînê dîwarên baton ava bike, pêwîste mayînan paqij bike û têkiliyên herdu xelkên Tirkiyê û Sûriyê baştir bike”.
Kilicdaroglu destnîşan kir ku pêwîste ew erdên li ser sînor ji mayînan bêne paqijkirin û li xelkê bihata belav kirin û hikûmet bigota xelkê bibin ji xwe re biçînin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê biryar daye ku li ser deriyên sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dîwaran ava bike.
Rudaw
