• Thursday, 12 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji parlamenterên PDKê dike bê minet bin

Gulan Media November 12, 2013 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji parlamenterên PDKê dike bê minet bin
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di civînekê de digel parlamenterên PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de ji wan xwest ku bi çavê rexneyê li karên hikûmetê binêrên.

Duh li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî digel her 38 parlamenterên PDKê di Parlamentoya Kurdistanê civiya.

Nêçîrvan Barzanî ku kandîdê PDKê ye ji bo avakirina hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê ye, di civînê de ji parlamenteran re got “Di çavdêrîkirina û şopandina karên desthilata cîbicîkirinê de bihêz bin û bi hûrî jî lêkolînê li karan bikin”.

Barzanî herwiha daxwaz kir ku parlamenterên PDKê bi çavê rexneyan li karên hikûmetê binêrin û got “Ji bo serkeftina karên we bê minet û biwêr binç”.

Parlamenterê PDKê Omêd Xoşnaw ji Rûdawê re got “Nêçîrvan Barzanî biryar da hevkariya parlamenteran bike ji bo karên hikûmeta bê bi zelalî birêve biçin”.

Li gor daxuyaniya civînê ku di medayayên PDKê de belav bûye, Nêçîrvan Barzanî beşdariya berdewam û aktîv a parlamenteran di rûniştin, civîn û gotûbêjên parlamentoyê de girîng da zanîn û daxwaz kir ku bibin deng û nûnerên rasteqîne yê xwestek û daxwazên hemwelatiyan di parlamentoyê de û di derxistin û serxistina yasayên ku xizmeta berjewendiya giştî û hemwelatiyan dikin de destpêşxer bin.

Rudaw
Top