Bajarokê Tileran ê Kurdan ket bin kontrola rejîmê
Çekdarên radîkal ên Dewleta Îslamî li Iraqê û Şamê (DAÎŞ) berî 3 mehan di encama şer û pevçûnên di navbera wan û Lîwaya Cebhet el-Ekrad de, dest danîbû bajarokê Tileranê.
Li gor nûçeya ajansa Reutersê, piştî şer û pevçûnan ku 5 rojan berdewam bûn, Artêşa Sûriyê roja yekeşmê bajarokê Tileranê ji bin kontrola çekdarên radîkal derxist.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê di vê derbarê de ragihandiye ku şer li Tileranê berdewame, lê artêşa rejîmê bajarokê bi temamî kontrol dike.
Artêşa rejîmê gelek navçe û bajarokê li başûrê rojhilatê Helebê ji bin kontrola çekdarên opozîsyonê derxistine û roja yekşemê navenda Lîwaya 80 ya li nêzîk balafirgeha navdewletî ya Helebê ji bin kontrola çekdarên opozîsyonê derxist.
Berî niha, Artêşa rejîmê bajarokê Sifêra yê stratejî ku ew jî li nêzik bajarokê Tileranê ye, ji bin destê opozîsyonê derxit.
Rewangehê aşkere kir ku di şer û pevçûnên li Lîwaya 80 de, 63 çekdarên opozîsyonê, 20 çekdarên radîkal ên girêdayî Cebhet el-Nusra û DAÎŞê û 32 leşkerên rejîmê û mîlîşiyayên alîgirên Beşar Esed hatin kuştin.
Li gor çavkaniyên opozîsyonê, di wî şerî de, çekdarên Hizbulahê Libnanê jî di kêleka Artêşa Sûriyê de şer çekdarên opozîsyonê dikirin.
Rudaw
