• Thursday, 12 February 2026
logo

Wê Barzanî beşdarî zewaca 300 ciwanên Kurd bibe

Gulan Media November 12, 2013 Nûçe
Wê Barzanî beşdarî zewaca 300 ciwanên Kurd bibe
Serokê Kurdistanê wê roja 16 vê mehê li Diyarbekirê be.

Wê Barzanî beşdarî zewaca 300 ciwanên Kurd bibe

Li gora programa Barzanî û hevdîtina wî ligel serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, wê li ser çend projeyên di navbera her du welatan de çend girêbest werin îmzekirin.

Her wiha ewê beşdarî zewaca 300 keç û xortên Kurd bibe.

Wê girêbesta ku radyo û televîzyonên Kurd li ser Turksat werin weşandin, were îmzekirin.

Bi şêweyekî fermî piştî 21 salan Barzanî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ji bo Diyarbekirê tê dawetkirin.

Her wiha wê di rojeva wan de, pirsa PKK, Rojavayê Kurdistanê, PYD, û Kongreya Netewî ya Kurd jî hebe.

Şandina gaza Xuristî ya Kurdistanê yek ji mijarên girînge di serdana serok Barzanî de ji Amedê.

Avestakurd
Top