DAIŞ li Tebqayê 15 Kurd revandine
Li gor nûçeyeke ANHA`yê belavkiriye ku komên çeteyên girêdayî DAIŞ’ê li bajarê Tebqa yê girêdayî parêzgeha Reqayê 15 welatiyên Kurd revandine.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, çeteyên DAIŞ’ê duh roja duşemê di saetên êvarê de li bajarê Tebqayê ya girêdayî parêzgeha Reqayê dest bi revandina welatiyên kurd kirin. Hate gotin çeteyan heta niha 15 kes revandine û ev pêkanîn hîna didome.
Xendan
