Berhem Salih: Eger Gorran tevlî hikûmetê nebe dê tevliheviyê derbixe
Ji ber ku di hilbijartinên îsal ên Parlamentoya Kurdistanê de PDKê ji hemû partiyên din zêdetir deng anî, lewma mafê avakirina hikûmetê dibe pişka PDKê û ji ber wê jî tê pêşbînîkirin di nav çend rojên bê de hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ji aliyê namzedê PDKê Nêçîrvan Barzanî ve were destpêkirin.
Pirraniya hêz û partiyên ku beşdarî hilbijartinên îsal ên Herêma Kurdistanê bibûn, diyar kirine ku dixwazin beşarî hikûmeta nû bibin. YNKê jî biryar daye tevlî hikûmetê bibe lê heta niha biryar nedaye bi çi şêweyekî beşdarî hikûmetê bibe.
Cîgirê Serkreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih ku di heman demê serokê şanda YNKê bo pêkanîna hikûmetê ye jî, pêşniyarên xwe yên derheqê pêkanîna hikûmetê de pêşkêşî Polîtburoya YNKê kiriye.
Jêderekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, li ser naveroka proje û pêşniyarên Berhem Salih ên pêkanîna hikûmeta nû de ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku Berhem Salih di projeya xwe de pêşniyar dike ku Tevgera Gorran tevlî hikûmetê bibe.
Wî jêderî her wiha ragihand, di projeya Salih de hatiye gotin ku di nav YNKê de hinek kes naxwazin Gorran tevlî hikûmetê bibe çimkî li gorî wan eger Gorran beşdarî hikûmeta nû bibe wê çaxê hêz û pileya PDK û YNKê kêm dibe.
Li gorî cîgirê Talebanî, eger Gorran tevlî hikûmetê bibe wê demê alozî û tevlihevî li Herêma Kurdistanê namîne lê eger Gorran tevlî hikûmetê nebe dê li Silêmanî û Germiyanê û cihên ku YNK tê de bihêz e, alozî derbike.
Endamê Desteya Birêveber a Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan nexwest li ser projeya Berhem Salih bipeyîve lê tenê wiha got: “Ji yê ku proje amade kiriye, bipirsin”.
Endamê Rêveberiya YNKê Helo Pênciwînî jî li ser helwesta YNKê li hember pêkanîna hikûmeta nû ji Rûdawê re got, “YNK dixwaze bi bernameyek nû ku li gorî daxwaziyên alîgirên wê be, beşdarî hikûmetê bibe.”
Pênciwînî derbarê beşariya Tevgera Gorran bo hikûmetê jî diyar kir ku ti kêşeyek wan digel beşdariya Gorranê di hikûmetê de nîne ji ber ku ev mijar girêdayî partiya serkeftî ya hilbijartinan e û ew dê biryar bide digel kîjan partiyê hikûmetê pêk bîne.
Li gorî wî berpirsê YNKê, eger Tevgera Gorran tevlî hikûmetê bibe dê pêgeha wê di nav gel de bihêztir bibe.
Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, Tevgera Gorran piştî PDKê di rêza duyem de cî girt û YNK jî li pey Gorranê cî girt.
Rudaw
