• Thursday, 12 February 2026
logo

Şêwirmendê berê yê asayişa niştîmanîya Iraqê: Dewleta Iraqê tûşî şikestê bûye

Gulan Media November 10, 2013 Nûçe
Şêwirmendê berê yê asayişa niştîmanîya Iraqê: Dewleta Iraqê tûşî şikestê bûye
Şêwirmendê berê yê asayîşa niştimanîya Iraqa federal, êriş dike ser dewleta niha ya Iraqê û bi şikestxwarî wesif dike.

Li gor nûçeya malpera xeberîya Xendanê, Muwefeq Rubey`î ragihand: "Ji ber gendeliya rêveberî û darayî û kirdarên grupên tundrew, Iraq bûye dewleteke faşil û pêwîstiya xwe bi reformên bîngehîn heye."

Rubey`î amaje bi ewê jî dide ku zehmete ew aliyên gendelkar ku destê wan di karesatên Iraqê de heye, bikarin li hemberî gendeliyê û terorê rawestin an reforman bikin, çimku ew bi xwe bûne hokarê qeyrana ku niha ku Iraq ji ber wan dinale û got: "Ewqas kêşeyên bi birêveberiyê ve hene pêwendî bi kesayetiyan ve nîne."

Muwefeq Rubey`î ku emîndarê giştiyê partîya (weset)e jî, amadeyîya xwe bo beşdarîkirina di hilbijartinên parlemanî yên pêşerojê li Iraqê de ragihand û tekez kir ku ew dê dergehê li ser hemû ew kesên ku hevkariya ev şikest û paşveketina hikûmet kirine, bigire.
Top