• Thursday, 12 February 2026
logo

Lêkirina Dîwarê Şermê sekinî grevgirtin jî qediya

Gulan Media November 9, 2013 Nûçe
Lêkirina Dîwarê Şermê sekinî grevgirtin jî qediya
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku li dijî "Dîwarê Şermê" 9 rojan li herêma mayinkirî ya sînor çalakiya rojiya mirinê dest pê kiribû, piştî ku çalakiya xwe bidawî kir, ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.

Ayşê Gokhan ku di roja 30’ê Cotmehê de ji bo şermezarkirina "Dîwarê Şermê" yê ji aliyê Turkiyê ve di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de tê çêkirin, çalakiya rojiya mirinê dabû destpêkirin, piştî ku rayedarên dewletê gotin ew çêkirina dîwar radiwestînin, çalakiya xwe bidawî kir.

Ayşe Gokkan ku îro bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bidawî kir û dewrî gel kir, piştre Gokkan ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya ya bajarê Nisêbînê ku Gokkan niha di bin kontrola pizîşkên Yekîtiya Tabîbên Turkiyê de tê girtin.

Xendan
Top