• Thursday, 12 February 2026
logo

Parlementoya nû ya Kurdistanê civiya

Gulan Media November 6, 2013 Nûçe
Parlementoya nû ya Kurdistanê civiya
Parlementoya nû ya Kurdistanê îro yekemîn civîna xwe li darxist.

Li ser daxwaza Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, îro li Hewlêrê parlementoya nû ya Kurdistanê yekemîn civîna xwe li darxist.

Di destpêka civînê de parlementerê herî kal Muhemed Sadiq li ser lîstê PDKê weke Serokê demkî yê parlementoyê hate hilbijartin û pişt re jî parlementerên nû dest bi merasima sond xwarinê kirin.

Her di yekem civîna parlementoyê de parlementerên ser bi aliyên îslamî dijatiya sirûda netewî ya Kurd Ey reqîb kirin û daxwaza guhertina vê sirûda han kirin.
Top