Li Abudabî, Serok Barzanî ji aliyê Şêx Mihemed Bin Zayd El Nihiyan ve hate pêşwazî kirin
Li vê hevdîtinê de peywendiya dû qoliya di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtiya Erebî li ser her dû asta siyasî û aborî de hate nirxandin. Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo berev pêşveçûna asta peywendiyên di navbera her dû aliyan de nîşanda û hêvî xwest welatê Îmarat û kompanyayên wî welatî roleke ber bi çav li pêvajoya geşbûn û avadankirina Herêma Kurdistanê de bibînin.
Her wiha li vê hevdîtinê de pêvajoya siyasiya navçeyê hate guftûgokirin û di derbarê pêşketinên dawî yê siyasî yên li ser asta Iraq û herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha her dû alî li ser girîngiya berev pêşbirin û berdewamîdana bi peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarat bi hevre bûn.
