• Thursday, 12 February 2026
logo

Genel Energy: Kurdistan dê sala 2014 gazê hinardeyê Tirkiyeyê bike

Gulan Media November 3, 2013 Nûçe
Genel Energy: Kurdistan dê sala 2014 gazê hinardeyê Tirkiyeyê bike
Kompanîya Genel Energy ya Tirkî-Brîtanyayî ragihand, ku Tirkiye û Herêma Kurdistanê dê girêbestekê bo hinardekirina gaza siruştîya Kurdistanê bo Tirkiyeyê îmza bikin.

Li gor nûçeyeka ajansa Roytêrz (Reuters), kompanîya Genel Energy ku serpirestîya bloka neftîya Teq-Teq a li Heêrma Kurdistanê dike, aşkira kiriye ku destpêka sala 2014 dê Tirkiye û Herêma Kurdistanê girêbesteke mezin bo hinardekirina gaza siruştîya Kurdistanê bo Tirkiyeyê îmza bikin.

Di evê bareyê de Tony Huward birêveberê cîbicîkarê kompanîya Genel Energy gotiye:´´ em li bendê ne ku di nîveya yekem a sala 2014 girêbesta hinardekirina gaza Kurdistanê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de bihê îmzakirin.

Kompanîya Genel Energy di heft blokên neftîyên Teq-Teq, Çîya Sor, Mîran, Benîyawe û Kewe Çermîle yên Herêma Kurdistanê kar dike.

Sebaret bi destpêkirina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya borîyên serbixweyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê jî de, Tony Huward ragihandiye, ku destpêka sala bihê ew prose dest pê bibe.
Top