Serokê MHPê ji ber xelata Ehmed Kaya agir barand!
Roja 28ê Cotmeha îsal ku di heman demê roja jidayikbûna hunermendê kurd û wefatkirî Ehmed Kaya ye, Xelata Çand û Hunerê ya Serokomariya Tirkiyê hêjayî mûzîk û hunera Ehmed Kaya hat dîtin.
Her çiqas ev xelat wek “lêborîna dewletê” ji Ehmed Kaya hatibe şirovekirin jî lê ev yek rastî nerazîbûna tund a Serokê partiya nijadperest a MHPê Devlet Bahçelî hat.
Li gorî medyaya Tirkiyê, Devlet Bahçelî li bajarê Kayserî (zêda serokomar Gul) di civîna endam û alîgirên partiya xwe de behsa xelata Serokomariyê kir û bi tundî êrişî Ehmed Kaya kir.
Bahçelî diyar kir ku ew xelat diviya bidana kesekî wisa ku xizmeta çand û hunera tirkî kiriye û wiha got: “Lê Serokomar ew xelat da kesekî ku herkes dizane ew endamê PKKê ye û stranan bo PKKê dibêje û hertim hewla perçekirina Tirkiyê daye…”
Serokê MHPê bang li Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul jî kir û wiha got: “Gelo tê Ocalan jî bikî namzedê Xelata Nobelê?”
Devlet Bahçelî ji Serokwezîr Erdogan jî ji ber hevdîtinên navbera dewlet û Ocalan û rayedarên PKKê de hêrs bû û wiha axivî: “Erdogan bi hevdîtinên digel Îmraliyê li dijî tirkan tekoşînê dike û xwîna turkmenên Kerkûkê nabîne lê ji bo yên ku li Misr û Xezê de tên kuştin, şînê dike.”
