Zincîreyek teqîn li Dûzxormato 40 kuştî û birîndar girt
Berdevkê hêzên pêşmerge diyar kir ku herdu otombêlên bombekirî li pêşiya goştfiroşê Hîkme li nêzîkî taxa Eskerî hatine teqandin lê belê hejmara qurbaniyan heya niha nayên zanîn.
Li gor zanyariyan piştî teqandina herdu otombêlan xelkekî zor li cihê rûdanê kombûne û di wê demê de jî bombekî din hatiye teqandinê.
Neqîb Rêkewt amaje bi wê yekê jî da ku li gor zanyariyên destpêkê heya 4 welatî hatine kuştin û 36 kes jî birîndar bûne.
Xendan
